• Thursday, 19 February 2026
logo

Netanyahu: Raya giştî ya ereban ji aştiyê re astenge

Gulan Media November 23, 2017 Nûçe
Netanyahu: Raya giştî ya ereban ji aştiyê re astenge
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu diyar kir ku astengiya herî mezin a ji bo aştiyê ne serokê dewletên eraban e, gelên wan ên ereb e'.

Netenyahu di civîna 40emîn salvegera serdena Serokomarê berê yê Misirê Enwer Sedat bo parlemana Îsraîlê de axivî û got: Astengiya herî mezin a ji bo aştiyê ne serokê dewletên eraban e, raya giştî ya ereban e'.

Benyamîn Netanyahu diyar kir ku ‘manipulasyon û berevajkirin a Îsraîlê' nêrînek wiha bi raya giştî ya ereban re çêkiriye.

Top