• Thursday, 19 February 2026
logo

Senatorê Amerîkî, Lieberman: Amerîka xeletiyek mezin kir ku piştevaniya serxwebûna Kurdistanê nekir

Gulan Media November 23, 2017 Nûçe
Senatorê Amerîkî, Lieberman: Amerîka xeletiyek mezin kir ku piştevaniya serxwebûna Kurdistanê nekir
Senatorekî Amerîkî dibêje, Amerîka xeletiyek mezin kir ku piştevaniya serxwebûna Herêma Kurdistanê nekir.

Senatorê berê yê Amerîkî Joe Lieberman rexne li siyaseta Amerîka ya li Iraqê girtiye û gotiye: "Rêvebiriya Amerîka li Iraqê polîtîkayên xelet dimeşîne û divê di zûtirîn dem de ji vê xeletiyê vegere û ji bo çekên ku dide Bexdayê wan hişyar bike da ku ji bo armancên şaş bi kat neyinin."

Joe Lieberman, ku di hilbijartinên serokatiya Amerîka yên sala 2000 de namzedê Demokratan bû, di berdewamiya axaftina xwe de gotiye: "Piştgirînedayîna serxwebûna Kurdistanê xeletiyeke mezin bû ji bo Amerîkayê. Ji vê saetê pê ve divê polîtîkayên xelet yên ser Kurdistanê werin sekinandin."

Basnews
Top