• Thursday, 19 February 2026
logo

Wezîrê karê derve yê Brîtaniyayê nameyekê ji serokwezîrê Kurdistanê re dişîne

Gulan Media November 23, 2017 Nûçe
Wezîrê karê derve yê Brîtaniyayê nameyekê ji serokwezîrê Kurdistanê re dişîne
Wezîrê karûbarên derve yê Brîtaniyayê di nameyekê de ji bo serokwezîrê Herêma Kurdistanê, xebatên hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo kêmkirina alozîyên digel hikûmeta Îraqa Feral û destpêkirina danûstandinan ji bo çareserkirina nakokiyan bilind dinirxîne û piştevaniya welatê xwe jî ji bo destpêkirina diyaloga bi Bexdayê re nîşan dide.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma kurdistanê, roja 22.11.2017ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Jon Willex balyozê Brîtaniyayê li Îraqê û şandeya pê re kir û di civînekê de, balyozê Brîtaniyayê nameyeke Boris Jonson wezîrê karê derve yê Brîtaniyayê gihande serokwezîrê Kurdistanê.

Wezîrê derve yê Brîtaniyayê di nameya xwe de diyar dike ku ji bona destpêkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina nakokiyên navbera her du aliyan li gor destûra Îraq, xwebatên cidî hene û piştgiriya welatê xwe ji bo serxistina pirosesa demokrasî li Herêma Kurdistanê nîşan da.

Di civînê de ku, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê Kurdistanê amade bû, balyozê Brîtaniyayê behsa civînên xwe yên vê dawiyê digel berpirsên îraqî û xwebatên xwe yên ji bona çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê kir.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya nameya wezîrê derve yê Brîtaniyayê kir û got ku Herêma Kurdistanê hertim xwestiye pirsgirêkên bi Bexdayê re bi diyalogê çareser bike û daxwaz ji dostên kurdistanê kir ji bona afrandina atmosferek minasib ji bo destpêkirina diyalogê navbera Hewlêr û Bexdayê rola xwe bilîz in.


Top