Nêçîrvan Barzanî asayîkirina rewşê di gel tevgera Goranê gotûbêj dike
Lemya Resûl peyamnêra WAAR li Silêmanîyê ragihand;Îro li sat dehî sibehê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrên herêmê û Qubad Talebanî cêgirê serokê wezîran û şandeka bilind seredana bajarê Silêmanîyê kirin û li girdî Zergete di gel ‘Umerê Seyd ‘Elî rêkxerê tevgera Goranê civîyan.
Nêçîrvan Barzanî û Qubad Talebanî dê rewşa niha ya Kurdistanê û qonaxên derbazkirina rewşê di gel berpirsên Goranê gotûbêj diken.
Nêçîrvan Barzanî duh jî seredana Yekgirtû ya Îslamî kirbû û di gel emîndarê wê rewşa niha ya herêma Kurdistanê û Îraqê bas kirin herwisa dupatî li yekrêzîya alîyan ji bo derbaz kirina rewşê kirin.
Waar.tv
