Berpirsê mihwerê rojavayê Kerkûkê Dr. Kemal Kerkûkî ji Kurdistan24ê re tekez kir, ku tenê Necmedîn Kerîm parêzgarê rewa û hilbijartî yê Kerkûkê ye û ji bilî encûmena wê parêzgehê ti kes û aliyekî din nikare parêzgarekî nû ji wê parêzgehê re destnîşan bike.
Berpirsê mihwerê rojavayê Kerkûkê got: Pêşmerge wê bi awayekî berdewam li gel xelkê be û li ser parastina xelkê Kerkûkê jî berdewam be.