Qereylan: ‘Efrîn dê bibe goristana dewleta Tirkiyê
Murad Qereylan endamê komîteya birêvebirina PKKê û fermandarê giştîyê HPGê ji bo kenalekê hizba xwe ragihand; Şirnex di nava sinorên dewleta Tirkiyê de bû lê salekê nikarîn biçin nava wî bajarî ger bizavan biken biçin nava ‘Efrînî jî, dê weku bizavên DAIŞê li Kobanê lêbê, pêdivîye ‘Efrîn ji bo wê yekê baş berhevîya xwe bike.
Li dor daxuyanyên Erdoganî dê ‘Efrînî ji PYDê paqij biken, Qereylan got; Şer bi tenê li ‘Efrînê nabe, belku dê bibe şerê Kurdan û hikumeta AKPê û dê li hemû cihan bibe şer, şer jî dê sitratîjî be.
Dupat jî kir; Ger Tirkiyê êriş bike ser ‘Efrînê ramana wê ewe rRûsya rê pê daye anku ew êrişa Erdoganî nîne belku dê bibe êrişa Rûsya hêvîy jî xwastin serokê Rûsya pişikdarîyê di pilana Tirkiyê de neke aku dixwaze Kurdan jinavbibe.
Waar.tv
