Li Nîjerya êrîşa xwekujî:30 kuştî!
Li gor çapemeniya Nîjerya, di parêzgeha Adamawa ya li rojhilat de di êrîşa xwekujiyê ya ku pêk hatî de herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Berdevkê polîsên parêzgehê Osman Ebubekir diyar kir êrîşa li hember mizgefta li parêzgehê di demjimêrên 05.20 ya herêmî de pêk hatiye û diyar kir di êrîşa li herêma Mubî de jî herîkêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Ebubekir herwaha diyar kir êrîş ji aliyê bombevanekî xwekujiyê yê 17 salî ve piştî nimêja sibehê pêk hatiye. Metirsî heye ku hejmara kuştiyan zêde bibe.
Basnews
