Amerîka ji bo zêdekirina pişka Herêma Kurdistan ji budceyê fişarê zêde dike
Ebdilrehman El-Weyzî got: "Heger pişka Herêma Kurdistanê bê zêdekirin jî, ne bawer im bêtirî 13% be, ji ber ku li gorî pîvan hevberkirinê, ew rêje ji bo Herêma Kurdistanê dadperwerane ye".
Daxuyaniyên perlemanterê navhatî di demekê de ne, duh serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civîna encûmena wezîran, di kongirekî rojnamevanî de got: "Ew rêjeya di budceya Iraqê de ya sala dahatî ji bo Herêma Kurdistanê hatiye pêşnyarkirin, gellekî nedadperwerane ye û xedreke mezin li xelkê Herêma Kurdistanê dike".
Basnews
