Partiya Gel a Tirkmenî: Em nikarin li Kerkûkê civînê bikin
Îrfan Kerkûkî konferanseke rojnamevaniyê pêk anî û diyar kir: “Dema ku mal û baregehên me ji aliyê Heşda Şeibî ve dagirtî be û ewlehiya me parastî nebe, çawa dê li Kerkûkê civîn were kirin?”
Kerkûkî herwiha destnîşan kir: “Niha li nav bajarê Kerkûkê, Heşda Şeibî û gelek çekdar hene, ji aliyê ewlehiyê ve em nikarin li Kerkûkê civîn pêk bînin.”
Li ser pêkanîna civîna Encumena Parêzgeha Kerkûkê li derveyî parêzgehê, Serokê Partiya Gel a Tirkmenî Îrfan Kerkûkî aşkere kir: “Gelek asayî ye, Encumena Parêzgeha Newnewa jî ji ber rewşa ewlehiyê, li Parêzgeha Duhokê civîna xwe encam da. Bi heman şêweyê Encumena Parêzgeha Enbarê ku rewşa ewlehiya wê derê jî asayî nebû, çûn li Bexdayê civîna xwe pêk anîn. Ji ber vê yekê, em gelek asayî dibînin ku civîna Encumena Parêzgeha Kerkûkê li Koye, Silêmanî yan jî li Hewlêrê be.”
Rudaw
