• Thursday, 19 February 2026
logo

Biryara nû ya Kurdan li ser Kerkûkê

Gulan Media November 20, 2017 Nûçe
Biryara nû ya Kurdan li ser Kerkûkê
Serokê Fraksyona Birayetî li Civata Parêzgeha Kerkûkê ragihand, ku ew ne amade ne ku di nava Kerkukê de civîna encumena parêzgehê saz bikin.

Serokê Fraksyona Birayetî li Civata Parêzgeha Kerkûkê Mihemed Kemal, ku ser bi PDKê ve ye, di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, ku civîna bihê ya Civata Parêzgehê li Kerkûkê nayê sazkirin.

Mihemed Kemal got, ew ne amade ne ku di nava Kerkukê de civîna encumena parêzgehê saz bikin.

Mihemed Kemal herwiha da xuyakirin, ku ew baş dibînin ku civîn li Koye yan jî li Hewlêrê bihê sazkirin, ji ber ku ew naxwazin biçin li Qerehencîrê civînan bikin, û tekez kir, ku bi nerîna wan, ew bajar hatiye dagîrkirin.

Ji aliyekî din ve endamekî Fraksyona Biratî ku li ser para YNKê ye, dibêje, eger civîna encumena parêzgehê li derveyî bajarê Kerkûkê be, Ereb û Tirkman di civînê de beşdar nabin.

Ehmed Eskerî diyar kir, ku eger civîn li Kerkûkê neyê kirin, endamên Ereb û Tirkman ne amade ne, li derveyî Kerkûkê beşdarî civînan bibin û got, dibe ku civîn li Kerkûkê bihê sazkirin û çend endamên Fraksyona Birayetî jî beşdar nebin.

Wî endamê YNKê destnîşan kir, sazkirina civîna encumena parêzgehê li nav bajarê Kerkûkê, take çareserî ye, ji ber ku nabe civîn bihê paşxistin.

Pêştir Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî ragihandibû, ku roja Sêşemî 21ê Mijdara 2017ê dê civîna encumena parêzgehê were encamdan, lê belê cihê civînê aşkere nekiribû.

Eger civîna roja 21ê Mijdarê were encamdan, ew civîn dibe yekemîn civîna Encumena Parêzgeha Kerkûkê ku piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê û dagîrkirina Kerkûkê ji aliyê hêzên iraqî vet ê sazkirin.

Encumena Parêzgeha Kerkûkê ji 41 endaman pêk tê, ku 26 ji wan ser bi Fraksyona Biratî ne, ku piraniya endamên wê ser bi PDK, YNK û Yekgirtû ne û çend endamên Tirkmen, Ereb û Mesîhî jî di nava wê fraksyonê de cih digirin.

Rudaw
Top