• Thursday, 19 February 2026
logo

Hikûmeta Iraqê: Bûdceya Herêma Kurdistanê dê li gorî nifûsa Kurdistanê were hesibandin

Gulan Media November 19, 2017 Nûçe
Hikûmeta Iraqê: Bûdceya Herêma Kurdistanê dê li gorî nifûsa Kurdistanê were hesibandin
Hikûmeta Iraqê ragihand, ew bûdceya ku pêşniyarqanûna bûdceya sala 2018 ya Iraqê de bo Herêma Kurdistanê hatibû terxankirin, dê were guhertin.

Parlamentoya Iraqê duh pêşniyarqanûna bûdceya 2018 ya Iraqê, ku ji aliyê hikûmeta wî welatî ve hatibû amadekirin, vegerand hikûmetê.

Di wê pêşniyarqanûnê de pişka Herêma Kurdistanê ji %17 daketibû %12.7. Ev jî rastî nerazîbûna tund ya Herêma Kurdistanê hatibû.

Berdevkê hikûmeta Iraqê Seid Hedîsî ragihand, bûdceya sala 2018 ya Iraqê dê dîsa were hesibandin.

Seid Hedîsî her wiha da zanîn, dê bûceya Herêma Kurdistanê jî li ber çavan re were derbaskirin û li gorî infuse were hesibandin.

Basnews
Top