• Thursday, 19 February 2026
logo

Baregahên YNKê yên li Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibî ve tên birêvebirin!

Gulan Media November 19, 2017 Nûçe
Baregahên YNKê yên li Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibî ve tên birêvebirin!
Baregah û ofîsên YNKê yên li Kerkûkê ji aliyê efserên Heşda Şeibî ve tên birêvebirin û karmendên wan ofîsan destûrê ji efserên Heşda Şeibî dixwazin.

Bajarê Kerkûkê beriya ku ji aliyê Heşda Şeibî û pasdarên Îranê ve were dagîrkirin, mina kelha YNKê bû lê piştî ku bi alîkariya beşek ji rayedarên YNKê ket destê Heşda Şeibî, rewş hatiye guhertin.

Parêzerê kurd û çalakvanê sivîl Hejar Kakeyî li ser rûpela xwe ya facebookê gotiye, baregah û ofîsên YNKê yên li Kerkûkê yekser ji aliyê Heşda Şeibî ve tên birêvebirin. Her baregaheka YNKê ji aliyê efserekî Heşda Şeibî ve tê meşandin.

Hejmar Kakeyî her wiha gotiye, karmend û kesên ku di nav baregahên YNKê de kar dikin, bo karekî divê destûrê ji wî efserê Heşda Şeibî bixwazin ne berpirsê xwe! Li ser banê wan baregahan jî tenê alaya Iraqê û amblema YNKê hatine danîn, alaya Kurdistanê hatiye rakirin û qedexe ye cardin bê bilindkirin!

Wî parêzerî aniye ziman ku êdî her kes nikare li baregahên YNKê de bi kêfa xwe çekan hilgire û gotiye, li her baregahekî YNKê de yek yan du çekên kilaşînkof hene ew jî bi mohleta Heşda Şeibî dikarin hilgirin!

Basnews
Top