• Thursday, 19 February 2026
logo

DAIŞ dixwaze bîrên petrolê ji destê YPGê derxîne

Gulan Media November 18, 2017 Nûçe
DAIŞ dixwaze bîrên petrolê ji destê YPGê derxîne
Çekdarên DAIŞê li rojhilatê bajarê Dêre Zorê yê Sûriyê êrîşî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD/YPG) kirin.


HSD ragihand, şeva borî çekdarên DAIŞê êrîşî şervanên wan yên li kêleka bîra petrolê ya bi navê Tenek li parêzgeha Dêra Zorê li nêzîkî sînorê Iraqê kirin, ji ber wê jî şerekî giran di navbera wan de derket.


Li gor agahiyên HSDê, hîn jî şerê wan bi DAIŞê re li wê navçeyê berdewam e û heta niha 7 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 2 şervanên wan jî canê xwe jidest dane.


Hefteya borî, HSDê bîra Tenekê ku duyem mezintirîn bîra petrolê ya li Sûriyê ye, kontrol kiribû.

basnews
Top