• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Efrînê bombeyeke çandî teqiya: 4 welatiyan canê xwe jidest dan

Gulan Media November 18, 2017 Nûçe
Li Efrînê bombeyeke çandî teqiya: 4 welatiyan canê xwe jidest dan
li gundekî Efrînê bombeyeke çandî di nava zeviyeke zeytûnan de teqiya, di encamê de 4 welatiyên Efrînê canê xwe jidest dan û 2 kes jî birêndar bûn.

Rojnamevan Mihemed Bilo ji K24ê re ragihand, dema gundiyên Celemê li nava zeviyên xwe zeytûn berhev dikirin, bombeya çandî teqiya, jinek bi navê Leman Qadir (45 salî) ligel her du kurên xwe Ebdilqadir û Cuma Seydo û Xelîl Şêxo canê xwe jidest dan û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Gundê Celemê ku hevsînorê gundên parêzgeha Idlibê ye û di destê Eniya El-Nusrayê de bû, li gor welatiyên navçeya Cindirêsê dibêjin, eger heye wê grûpê bombe li nava zeviyên gundiyan çandibin.

K24
Top