• Thursday, 19 February 2026
logo

Sadr bangewaza xwepêşandana ji bo hukimeta teknokrat kir

Gulan Media November 18, 2017 Nûçe
Sadr bangewaza xwepêşandana ji bo hukimeta teknokrat kir
Serokê tevgera Sadr Muqteda el Sadr, bangê piştgirên xwe kirk u hefteya bê de dest bi xwepêşandanan jib o dijberiya gendeliyê û pêkanîna hukimetek teknokrat bikin. Sadr xwest bi milyonan kes beşdarî di xwepêşandanan de bikin.

Sadr di Mizgefta dîrokî ya Necef, Mizgefta Kufe de ji alîgirên xwe re peyivî û diyarkir ku, hukimeta teknokrat dive derveyî partiyê siyasî û milişyatan be. Bangewaz jî kir, hemû aliyên Iraqê bi awayek ciddî liser vê pirsê rawestin.

Serokê tevgera Sadr diyarkir ku, dive projeyek jib o hukimeta teknokrat bê danîn, û jib o amadekirina vê projeyê wekî demên berê bi milyonan kes dive beşdariyê di xwepêşandanan de bikin.

K24
Top