• Thursday, 19 February 2026
logo

Herêma Kurdistanê roleke bi bandortir ji Amerîka daxwaz dike

Gulan Media November 18, 2017 Nûçe
Herêma Kurdistanê roleke bi bandortir ji Amerîka daxwaz dike
Herêma Kurdistanê daxwaz ji Amerîka dike, ku roleke wê ya bi bandor hebe ji bo asayîkirina pêwendiyan di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa di çarçova hevdîtinekê de ligel Alîkarê Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka Robert Karem de daxwaz ji hikmeta Amerîka kir, roleke wê ya bi bandor di jihevnêzîkirina Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de hebe.

Herwiha di civînê de, Felah Mistefa daxwaz ji Amerîka kir pêgeha xwe ya bihêz bikar bîne, ji bo aramkirina rewşê û hewl bide dirêjiyê bi wê agirbesta ku di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê de heye, bide.

K24
Top