Trump derbarê kirîna petrola Îranê de biryarek derxist
Serokê Amerîkayê Donalt Trump di biryara xwe de, ku roja 16-11-2017ê derxist, dibêje: “Li gorî wê desthilata ku destûr û yasayên Amerîkayê daye min, piştî pêdaçûna wan raporên kun ji aliyê rêveberiyên zanyarî û wizeyî ve ji kongresê re hatine pêşkeşkirin, herwiha faktorên din ên peywendîdar ên li ser rewşa aboriya cîhanê, zêdekirina berhemanîna petrolê ji aliyê çend welatên din ve, asta şiyana petrola yedeg a cîhanê û berdestebûna yedega stratejîk, biryar didim bi awayeke berçav qebareya kirîna petrol û berhemên petrola Îranê ji aliyê dezgehên darayî yên derve were kêmkirin.”
Trump diyar dike, ew dê bi hûr û kûr çavdêriya vê rewşê bike.
Roja 13-10-2017ê Donald Trump stratejiya nû ya welatê xwe ya li hember Îranê ragihand û êrîşeke tund bir ser rêkeftina atomî ya welatên 5+1 a li gel Îranê. Trump ew rêkeftin weke “rêkeftina herî xirab a dîrokê” binav kir.
Serokê Amerîkayê, hikûmeta Îranê weke “rejîmeke bedkar a olî” nasand û ragihand, “Supaya Pasdarên Îranê li seranserê cîhanê hevkariya grûbên terorîst dike, divê cezayên zêdetir bi ser wan de were sepandin.”
Piştî daxuyaniyên Trump, Wezareta Gencîne ya Amerîkayê Supaya Pasdarên Îranê xiste naval Lîsteya Terorê.
Îran sêyemîn welatê mezin ê berhemhênerê petrolê ye di rêxistina OPECê de û rojane 2 milyon û 600 hezar bermîl petrol hinarde dike.
Rudaw
