• Thursday, 19 February 2026
logo

Rayedarên YNKê li Kerkûkê: Bila Kerkûkî alîkariya Heşda Şeibî bikin!

Gulan Media November 16, 2017 Nûçe
Rayedarên YNKê li Kerkûkê: Bila Kerkûkî alîkariya Heşda Şeibî bikin!
Rayedarên YNKê yên li Kerkûkê daxwaz ji Kerkûkiyan dikin, di parastina bajêr de alîkariya çekdarên Heşda Şeibî bikin!

Li gorî agahiyên BasNewsê, rayedarên YNKê duh li Kerkûkê bi komek welatî û muxtarên taxên kurdan yên Kerkûkê re civiyane.

Civîn li taxa “Penca Elî” ya bajêr hatiye kirin û cîgirê berpirsê ofîsa YNKê ya Kerkûkê, Xazî Elî ji kurdan daxwaz kiriye, eger li nav bajêr de tiştek bi guman dîtin zû Heşda Şeibî agahdar bikin!

Ew rayedarên YNKê di demekî de vê yekê ji kurdên Kerkûkê dixwazin ku Kerkûk ji aliyê Heşda Şeibî ve hatiye dagîrkirin, çekdarên Heşda Şeibî malên kurdan dişewitînin, talan dikin û zilmê li kurdên bajêr dikin.

Basnews
Top