Frakisyonên Kurdî civîna Perlemana Iraqê rawestandin
Îro parlementoya Îraqê civiya û di civînê de biryar bû biryarek li ser destpê kirina lêpirsînê ji wan parlementerên Kurd yên ku beşdariya referandumê kiribûn were derkirin lêbelê tevahiya frakisyonên Kurdî di Perlemana Iraqê de, civîna Perleman baykot kirin.
Beşek ji perlemantarên Ereb dixwestin deng li ser pêkanîna komîta lêkolînê bidin, daku lêkolînê li gel perlemanterên Kurd bike ji ber ku beşdarî piroseya encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê bûne, lê firakisyonên Kurdî ew yek red kirin û ji civînê derketin, vê yekê hişt ku rêjeya yasayî ya civînê nemîne û di encamê de civîn hat paşxistin.
