• Thursday, 19 February 2026
logo

Amerîka yek ji girûpên Heşda Şeibî xist lîsta terorê de

Gulan Media November 16, 2017 Nûçe
Amerîka yek ji girûpên Heşda Şeibî xist lîsta terorê de
Kongirêsa Amerîka ragihand, ku Tevgera Nuceba`i ya ser bi Heşda Şeibî ve terorîst e û pêwîst e di nava 90 rojan de ew girûp bê qedexekirin.

Malpera fermî ya Kongirêsa Amerîkî raporek derbarê "Yasaya Kongirêsa Amerîkî ji bo qedexekirina lipeyçûyên Îranê li navçeyê ji bo sala 2017an" belav kir û têde ragihand ku, pêwîst e di nava 90 rojan de tevahiya ew kes û aliyên fermanê ji Îranê werdigrin bên qedexekirin.

Di raporê de hatiye, Kongirêsê bi riya lêkolîn û pêdeçûnan, piştrast kiriye ku rahênan û budce û biçekkirina girûpa "Tevgera Nuceba`i" ji aliyê Feyleqa Quds a Îranî û Supaya Pasdaran a Îranê ve tên kirin û Hizbullaha Lubnanî jî bi erkê serperiştiya rahênana wê girûpê rabûye.

K24
Top