• Thursday, 19 February 2026
logo

Bret McGurk bo Hewlêrê daxwazek ji Ebadî kir

Gulan Media November 16, 2017 Nûçe
Bret McGurk bo Hewlêrê daxwazek ji Ebadî kir
Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîka di hevpeymaniya navdewletî de ji bo şerê DAIŞê Bret McGurk daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir ku pirsgirêkan bi rêya diyalogê ligel Hewlêrê çareser bike.

Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîka di hevpeymaniya navdewletî de ji bo şerê DAIŞê Bret McGurk duh li Bexdayê ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiya.

Bret McGurk li ser hesabê xwe yê twitterê diyar kir ku wî ligel Heyder Ebadî qonaxa dawî ya şerê DAIŞê û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kiriye.

McGurk destnîşan kir ku bo çareserkirina pirsgirêkan Bexda û Hewlêrê daxwaza diyalogê ji Ebadî kiriye û gotiye: “Girîng e pirsgirêk ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi guftegoyan di çarçoveya destûra bingehîn de bê çareserkirin.”

Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîka di hevpeymaniya navdewletî de ji bo şerê DAIŞê amaje bi wê yekê kir ku armanca wî ji serdana Iraqê, behskirine li ser qonaxa dawî ya şerê DAIŞê û bo aramiyê amadekariya bi bilez bê bicihkirin e û ji bo wê armancê hevdîtinên wî dê ligel Ebadî û serkirdeyên bilind ên Îranqê berdewam be.

McGurk ragihandiye jî, ji destpêka operasyonên Hevpeymaniya Navdwletî ji sala 2014an heya niha, DAIŞê %95ê axa Iraq û Sûriyê ji dest daye. Herweha di hewlên dubare kontirolkirina wê axa ku ji dest daye jî şikistiye.

Rudaw
Top