Parlamenterê Tevgera Gorran: Bi piştrastî dibêjim Ebadî budce û mûçe nade Kurdistanê!
Endamê rêveberiya PDKê Elî Ewnî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ebadî rast nabêje û bi ti awayek ne amadeye pare bo Kurdistanê rêbike. Eger biryare Ebadî pare rêbike başe çima ferman nade pare bê rêkirin. Rast nabêje ku pare rêbike û her rojekê bendekê bi naveke din ve pêşkeş dike û xelkê Kurdistanê ceza dikin. Di nivîsa xwe ya dawî de Ebadî cîha herêma Kurdistanê behsa parêzgehan dike. Naha opozîsyona Kurdistanê jî geheştiye wê baweriyê ku hizra Bexda her ew e ku berê me behs kiribû.’’
Herwaha got: ‘’Dema Kerkûk di destê me de bû, Kak Nêçîrvan bi Ebadî gotibû, bi nefta Kerkûkê ve em amadene bi rêya şîrketa Somo ve bifroşin, lê bahayên darayî bidin. Cîha ku şîrketên biyanî bifroşin hûn bifroşin. Lê Ebadî ew jî nekir, roj bi roj mirina Iraqê nêzîk dibe û serxwebûna Kurdistanê jî nêzîktir dibe.’’
Herwaha parlamenterê Tevgera Gorran Emîn Bekir ji BasNewsê re ragehand: ‘’Em daxwaza rawe kirinê û daxuyaniyê ji Ebadî dikin. Nabe her roj di bin navekê de axaftinekê li gel me bike û nabe budceya Kurdistanê di bin her bahaneyekê de bibire. Ev binpê kirina destûra Iraqê ye. Mixabin bi vê siyasetê ve hêviya me bi Iraqê tineye mûçe û budce rêbike.’’
Basnews
