Ryan Dillon piştevaniya ji Efrînê re nîşan da
Di konferanseke rojnamevanî de rojnamevanekî ji Ryan Dillion pirsa egera êrîşeke Tirkiyê li dijî Efrînê kir. Ryan Dillion got agahiya wî ji vê mijarê nîn e. Lê ew piştevanê hevkarên xwe yên li dijî şerê DAIŞê ne.
Herwiha Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî got jî, hêzên ku di şerê DAIŞê de hevkariya wan nakin, ew nikarin piştgiriya hêzên hevpeyman jî werbigrin.
Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî bajarê Reqa û hin bajarokê din kontrol kir. Hevpeymaniya Navdewletî jî HSDê wek hevpeymanê xwe dibîne.
K24
