Mûçeyên fermanberên Iraqê %20 tê kêmkirin
Mesûd Heyder ji Rûdawê re ragihand: “Piştî civîna şanda Hikûmeta Iraqê li gel Sindoqa Diravî ya Navdewletî (IMF) û Banka Navdewletî, herwiha di çarçoveya wan mercên Iraqê de ku berê li gel IMFê îmze kiribûn, divê Hikûmeta Iraqê xerciyên xwe kêm bike. Her çi qas Hikûmeta Iraqê hewl daye ku rêje ji %20 kêmtir bibe, lê IMF rijd bûye li ser kêmkirina mûçeyan bi rêjeya %20, hikûmeta Iraqê jî dijnebûna xwe nîşan daye.”
Endamê Lijneya Darayî yê li Parlementoya Iraqê Mesûd Heyder herwiha aşkere kir: “Temamê mûçeyên fermanberên Iraqê 36 trilyon dînar e, li gor vê rêjeyê jî 7 trilyon ji mûçeyên fermanberan dê were kêmkirin.”
Li ser çawaniya kêmkirinê jî Mesûd Heyder diyar kir: “Zanyariyên min ên bi hûrgilî li ser çawaniya kêmkirinê tine ne, gelo dê ji mûçeya bingehîn bibe, yan ji temamê mûçeyan, ji bo vê mijarê divê Wezareta Darayî mekanîzmayeke taybet pêk bîne.”
Li hember vê yekê, Encumena Wezîran a Iraqê di daxuyaniyekê de van agahiyan red dike û dibêje: “Mûçeyên fermanberan nayê kêmkirin.”
Ev di wê demê de ye ku Heyder Ebadî soz daye dê mûçeyên fermanberên Kurdistanê bişîne, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê projeyasaya bûdceya 2018an a Iraqê rexne dike ku para bûdceya Herêma Kurdistanê ji %17ê kêm kirine %12.67. Herwiha ji bo milyonek û 249 hezar û 481 fermanber û karmendan ku mûçeyên wan mehane dike 897 milyar û 500 milyon dînar, tenê derdora 330 milyar dînar ji bo mûçeyên fermanberên Kurdistanê nîşan dane, ev jî bûye cihê nerazîbûna rayedarên Kurdan.
rudaw
