Amerîka derbarê rêkeftina li gel DAIŞê de daxuyaniyek belav kir!
Li gor nûçeya malpera Skay News îro 14.11.2017ê Pentagonê ragehand, rêkeftina HSDê li gel DAIŞê ‘’Bo parastina giyanî ango canê bê tewanan bûye’’ û HSDê dema çûna derve ya çekdarên DAIŞê ji Reqa bi hûrbînî çavdêriya nasnameya çekdaran kiriye.
Herwaha Pentagonê red kiriye ku Amerîka beşdarî rêkeftinê bûye û gotiye ‘’Hevbeşên me yên lokal’’ ku armanc HSD ye li gel DAIŞê rêkeftine.
Malpera BBC li ser zimanê çend çavkaniyekê aşkera kir HSD û Amerîka li gel DAIŞê rêkeftine ku bajarê Reqa vala bikin û ew çekdarên DAIŞê jî yên li Reqa bi hezaran çekdaran ve veguhestine navçeyek din ê Sûriyê.
Basnews
