Amerîka: Çekên me ketine dest milîsên ser bi Îranê!
Wan berpirsên Amerîkî dilgiraniya xwe dan xuyakirin ku çekên wan ketine destê çekdar û milîsên şîe yên ser bi Sipaha Pasdaran a Îranê, ku Amerîka ew rêxistin derbasî nav lîsta terorê kiriye. Hevdem mana berpirsên îdara berê ya Amerîka di îdara niha ya Trump de, wek sedema şikestina siyaseta derve ya Amerîka dibînin.
Ew berpirsên Amerîkî dest bi radestkirina belgeyên xwe kirine ji bo wezareta derve ya welatê xwe, ku niha şaştiyeke stratejîk a gelekî mezin dikin, ji ber ku ew alîkariyên leşkerî yên Amerîka ji Iraqê re, ketine destê milîsên Îranî de û vê yekê hiştiye ku Îranê li navçeyê bihêz bibe.
Basnews
