Balefirên artêşa Tirkiyeyê welatiyekî Kurd şehîd kirin
Êwara duh duşem balefirên artêşa Tirkiyeyê dîsan dest bi bordiman kirina gundên devera Sîdekan kirin.
Balefirên artêşa Tirkiyeyê gundê Sorkê ya li deşta Berazgir ya ser bi Sîdekan bordiman kirin û di dema bordimanê de, ablefirên Tirkiyeyê tirimbîla welatiyekî medenî yê bi navê Îndad Osman kirine amanc û di encam de Îndad Osman hatiye şehîd kirin û tirimbîla vî jî hatiye şewtandin.
Rudaw
