Erdogan ji ber erdhejê hevxemiya xwe bo Herêma Kurdistanê nîşan da
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro beriya ku biçe Rûsya, li firokexaneya Ataturk ya Stenbolê di civîneke çapemeniyê de behsa erdheja li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê kir û hevxemiya xwe nîşan da.
Erdogan da zanîn ku hikûmeta Tirkiyê alîkarî şandine Herêma Kurdistanê û ragihand, di saetên destpêkê de 50 kamyon alîkarî bi rêya deriyê Xabûr-Îbrahîm Xelîl re derbasî Herêma Kurdistanê bûn, tîmên rizgarkirina sivîlan û dezgehên pêwendîdar bo alîkariyê hatine erkdarkirin.
Serokomarê Tirkiyê anî ziman ku dê li ser şandina alîkariyan bo Herêma Kurdistanê berdewam bin.
Li Başûrê Kurdistanê, ji ber erdhejê herî kêm 7 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn. Gelek kes jî ji ber erdhejê bê mal û avahî mane.
Basnews
