Berdevkê Ebadî:Li gor destûrê herêma Kurdistanê herêmeke serbixwe ye
Berdevkê nivîsingiha serokwezîrê Iraqê Seid Hedîsî ragehand ku, madeya 143 ya destûra Iraqê dûpatî li ser wê yekê dike ku, parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Dihok bi hev re herêmeke serbixwe ye.
Herwiha di daxuyaniya berdevkê nivîsingeha ebadî de hat jî ku, destûra Iraqê meciya hemû pêkhateya ye û hikumet pabende bi destûrê ji ber wê yekê jî hemû medeyên wê cîbecîdike.
Li gor reşnivîsa projeyasaya bûdceya giştî ya Iraqê bo sala 2018 pişka herêma Kurdistanê ji %17 heta %12.67 kêm bû.
Li gor wê reşnivîsa ku, ji aliyê parlamentoya Iraqê belav bûye bûdeceya giştî ya sala 2018 dike 108 tirilyon û 113 milyon dînarê wate nêzîkî 91 milyon dolar.
Basnews
