• Thursday, 19 February 2026
logo

NY: Hê jî 3 milyon iraqî koçber in

Gulan Media November 13, 2017 Nûçe
NY: Hê jî 3 milyon iraqî koçber in
Komîsyona Koçberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve derbarê hejmara koçberên Iraqê de zanyariyên nû parve kir û eşkere kir, ku hê jî zêdetirî 3 milyon kesan koçber in.

Komîsyona Koçberan a Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyekê ragihand: “Piştî hatina DAIŞê 5 milyon û 300 hezar iraqî aware bûn. Ji wan 2 milyon û 300 hezar kes vegerine malên xwe lê hê jî zêdetirî 3 milyon kesan koçber in.”

Li gorî zanyariyên Komîsyona Koçberan, ji sedî 95ê kesên vegeriyane li malên xwe dijîn û yên din jî yan li gel xizmên xwe yan jî di nava avahiyên ne temamkirî de dimînin.

Li gorî raporê herî dawîn navçeya Hewîceyê ya Kekrûkê bi temamî ji destê DAIŞê hatiye derxistin û rojane nêzîkî 100 malbatan vedigerine vî navçeyê. Komîsyona Koçberan a Neteweyên Yekbûyî diyar dike, ku hê jî pirsgirêka nebûna xizmetguzariyê li herêmên hatine kontrolkirin heye.

Rêxistina DAIŞê di Hezîrana sala 2014ê de êrîşê Iraqê kir û piraniya navçeyên sunnînişîn kontrol kir. Lê artêşa Iraqê careke din tevahiya van navçeyan ji destê DAIŞê derxist. Niha DAIŞ tenê li çend navçeyên parêzgeha Enbarê mane.

Rudaw
Top