• Thursday, 19 February 2026
logo

Tirkiye: Em amade ne alîkariya Herêma Kurdistanê bikin

Gulan Media November 12, 2017 Nûçe
Tirkiye: Em amade ne alîkariya Herêma Kurdistanê bikin
Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Ibrahîm Kalin amadebûna welatê xwe bo pêşkêşkirina hemû cure alîkariyan bo Herêma Kurdistanê ji ber erdheja îşev ragihand.

Ibrahim Kalin piştî erdheja bihêz a ku li Başûrê Kurdistanê çê bû, di peyameke twitterî de hevxemiya xwe nîşan da.

Ibrahîm Kalin li ser hesaba xwe ya Twitterê ragihand: “Ji ber sedema erdheja ku li bakurê Iraqê rû daye, AFAD, Heyva Sor û hemû yekîneyên me yên din ji bo çalakiyên lêgerîn û rizgarkirinê, derman, betanî û alîakriyên din ên mirovî di amadebaşiyê de ne.”

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Ahmet Demircan jî tekezî li ser amadebûna Tirkiyê bo pêşkêşkirina alîkariyan bo Herêma Kurdistanê kir.

Ahmet Demircan got: “Li gorî daxwazên ku ji Bakurê Iraqê ve bihên, me her cure amadekariyeke xwe kiriye, em li bendê ne.”

Îşev erdhejek bihêz Başûrê Kurdistanê, Rojhilatê Kuridstanê û Îranê, Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Iraq û Kuweyt hejand.

Ajansa fermî ya dewleta Îranê ragihandiye, li gorî Navenda Geofîzîk a Îranê navenda erdhejê li ser sînorê Îran û Iraqê û li bajarokê Ezgil a ser bi parêzgeha Kirmaşanê bûye û bihêziya wê jî 7.6 Rîxter bûye.

Rudaw
Top