Bexda avakirina Herêma Turkman red dike
Serokê Komeleya Iraqê Bo Lêkolînên Stratejîk û pispor di karûbarên Iraqê de Wasiq Haşimî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got, ku hikûmeta Iraqê ya bi serokatiya Serokwezîr Heyder Ebadî bi tundî hizra avakirina herêman li Iraqê red dike.
Wasiq Haşimî da xuyakirin ,ku hebûna herêman di nava sîstemên siyasî de rêçareyeke baş e bo kêmkirina givaşên li ser hiukûmeta federalî.
Haşimî herwiha got, li Iraqê gelek siyasetmedar bi pirojeya herêman dilîzin.
Wasiq Haşimî got: “Herêmbûn di hevkêşeyên siaysî de, haletekî dirist e bo kêmkirina fişarê li ser hikûmeta navendî, lê belê li Iraqê û piştî sala 2003ê, herêmbûn bi wateya cudabûnê hat, ew jî beşeke zêde ya siyasetmedarên Iraqê bi vê pirsê dilîzin, heta ezmûna me li gel Herêma Kurdistanê ku ji federaliyê ve ber bi konfedraliyê ve çû, serkevtî nebû û ew araste wergirtiye. Îro jî birayên Tirkmen piştî ku serdana Tirkiyê kirine û li gel birêz Erdogan civiyane, soz dan wan ku sê parêzgehan ji wan re çê bikin, ku ew jî Kerkûk û Xurmato û navçeya Tileferê bûn. Ev mijar jî, hikûmeta Iraqê li ser razî nabe, ji ber ku çend pirsên din bi xwe re tîne, weke pirsa herêmeke din, renge Sunnî û Şîe jî daxwaza herêmeke taybet bi xwe bikin, di demekê de ku Iraq dixwaze berev baştirbûnê biçe û pêwendiyên xwe yên derve bihêztir bike û qeyranên xwe çareser bike, di demeke wisa de ne parlamento û ne hikûmet bi wan daxwazan razî nabin.”
Hin aliyên tirkmenî hewl didin, ku li Kerkûkê û hin navçeyên din herêmek taybet ava bikin.
Rudaw
