• Thursday, 19 February 2026
logo

Silêmaniyê û Raperîn..Bi sedema erdhejê nêzîkî 70 kesan birîndar bûn

Gulan Media November 12, 2017 Nûçe
Silêmaniyê û Raperîn..Bi sedema erdhejê nêzîkî 70 kesan birîndar bûn
Bi sedema erdheja ku, îşev li sînorê parêzgeha Silêmaniyê rûdayî û idareya Raperîn û bajarê Koya nêzîkî 70 kes birîndar bûn.

Berdevkê polîsên bajar û bajarokên parêzgeha Silêmaniyê Îqbal Mihemed ji BasNewsê re ragehad ku, bi sedema erdheja îşev li Derbendîxan 50 kes birîndar bûn, got jî ku, birîndar birîna wan sivike.

Li gor zanyariyên BasNewsê ku, ji tendirûstiya Raperîn wergirtibû li sînorê bajarê Ranyayê jî 7 kes birîndar bûn.

Ji aliyê xwe ve cîgirê nexweşxaneya Qeledizî Osman Mihemed ji BasNewsê re ragehand ku, tîmên tendirûsitê di rewşa amadebaşiyê de ne bo kontirolkirina her bûyerekê.

Basnews
Top