• Thursday, 19 February 2026
logo

Hikûmeta Iraqê: YNKê 150 terorîst radest kirin

Gulan Media November 12, 2017 Nûçe
Hikûmeta Iraqê: YNKê 150 terorîst radest kirin
Fermandarê Operasyonên Hevbeş ê Iraqê Yehya Resûl ragihand, ku li gor rêkevtina li gel Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ji bajarê Silêmaniyê ve 150 çekdarên DAIŞê hatine radestkirin.

Îro 11ê Mijdara 2017an Fermandarê Operasyonên Hevbeş ê Iraqê Yehya Resûl diyar kir: “Me li gel Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li hev kir, Silêmaniyê 150 terorîstan radest kirin.”

Yehya Resûl li ser rewşa Kerkûkê jî got: “Operasyonên pişkinîna Kerkûkê tenê taxên Kurdan li xwe nagire, bûye 14 sal, li Kerkûkê pişkinîn nehatiye kirin, asayî ye ku niha pişkinîn were kirin. Dema ku em çekên zêdetirî malekê bibînin, tenê yek dihêlin û dest datînin ser yên din, ew çekê ku dihêlin jî, hejmar û navê xwediyê wê û navnîşana malê tomar dikin.”

Piştî encamdana referandumê, Hikûmeta Iraqê çend caran ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kir, ku çekdarên DAIŞê yên ku ji Hewîce û deverên din reviyane û ji aliyê Pêşmerge ve hatine desteserkirin, radest bikin, da ku li Dadgeha Federalî werin darizandin, lê heta niha daxwaza wan ji aliyê rayedarên Herêma Kurdistanê ve nedihate qebûlkirin.

Rudaw
Top