Wezareta Pêşmerge: Me hikûmeta Iraqê agahdar kiriye!
Rêveberê giştî yê ragehandin û hişyariya niştimanî li wezareta Pêşmerge Helgurd Hîkmet ji BasNewsê re ragehand, heta naha çekdarên heşdî şeibî û hêzên Iraqê li Pirdê mane û çekên giran li wê deverê kom kirine.
Helgurd Hîkmet ragehand, herêma Kurdistanê dixwaze pirsgirêkan li gel Iraqê bi guftûgo çareser bike û Pêşmerge jî hikûmeta Iraqê agahdar kiriye ku hêzên xwe ji Pirdê vekêşin.
Herwaha ragehand, Pêşmerge hemû tevgera heşdî şeibî ku çekên Amerîka li dijî Pêşmerge bikartînin, gehandiye hêzên hevpeyman jî.
Rudaw
