Amerîkayê mercê bo alîkariya Pêşmerge rakir
Bryant Harris ku berê li Kongrêsê weke rojnamevan xebitiye diyar dike, ku di projeyasayê de berevajî salên derbasbûyî, mercê beşdarkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Iraqeke yekgirtî de hatiye rakirin. Herwiha Pentagon daxwaza qasî 365 milyon dolar kiriye weke alîkariya berdewam ji bo hêzên Pêşmerge di sala 2018an de.
Di projeyasaya Encumena Nûnerên Amerîkayê ya herî dawî de roja 8ê vê mehê li ser yasayên berevaniya niştimanî, endamên Kongrêsê projeyasayên xwe pêşkêş kirine û têde daxwaza alîkariya Pêşmerge kirine.
Berê di projeyasaya Encumena Nûnerên Amerîkayê de alîkariyên leşkerî yên pêşkêşkirî bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mercê beşdarkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Iraqeke yekgirtî de dikir, lê di projeyasaya hemwarkirî ya navbera Encumena Nûneran û Pîrên Kongrêsa Amerîkayê de ev merc têde tine ye. Wezareta Berevaniya Amerîkayê daxwaza qasî 365 milyon dolar dike weke alîkariya berdewam a ji bo hêzên Pêşmerge di sala 2018an de.
Herwiha endamên herdû Encumena Nûneran û Pîrên Amerîkayê tekezî li beşdariya mezin û berfireh a Pêşmerge di rûbirûbûna DAIŞê de dikin û destwerdanên Îranê di karûbarên Iraqê de şermezar dikin.
Kongrêsa Amerîkayê ji Encumena Nûneran û Encumena Pîran pêk tê, di encumena yekem de 435 endam û di ya duyem de jî 100 endam hene. Di herdû encumenan de jî piranî Komarî ne. Pêwîst e projeyasa ji aliyê herdû encumenan ve were pesendkirin.
Rudaw
