• Thursday, 19 February 2026
logo

Komek ji senator û parlamenterên Îtalya piştgirî dan Kurdistanê

Gulan Media November 10, 2017 Nûçe
Komek ji senator û parlamenterên Îtalya piştgirî dan Kurdistanê
Komek Senator û parlamenterê Îtalya li dijî êriş û dorpêça hikûmeta Iraqê û Heşda Şeibî bo ser Herêma Kurdistanê derketin û piştgiriya xwe bo Kurdistanê ragihandin. Grûpên nav parlamento û senatoya Îtalyayê daxwaz dikin, ku civaka navdewletî û hikûmeta Îtalya bi zelalî piştevanî li xelkê Kurdistanê û pêşmerge bikin.

Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalya derbarê rewşa Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî de ku piştî 16ê Cotmeha 2017ê ve ketine bin kontrola hêzên Iraqê, zanyarî daye hikûmet û encumena Senato ya Îtalya û ew ji metirsiya bi piştevaniya Îranê ya li ser ewlehiya herêmê û Başûrê Kurdistanê agahdar kirine.

Grûpên nav parlamento û senatoya Îtalyayê daxwaz dikin, ku civaka navdewletî û hikûmeta Îtalya bi zelalî piştevanî li xelkê Kurdistanê û pêşmerge bikin û dibêjin, pêşmerge bi mêrxasî li hemberî DAIŞê şer kirin û DAIŞ têk birin, pêwîst e niha jî ku metirsî li ser wan heye, em wan bi tenê nehêlin.

Senator Luigi Manconi: Kurdistan di rewşeke zehmet de ye

Serokê Komîteya Karûbarên Mafên Mirov li Senatoya Îtalya, Senator Luigi Manconi ragihand: “Herêma Kurdistanê di bin rewşeke giran de ye û hewla fetisandina wê tê dan.”

Luigi Manconi got: “Di vê demê de Îtalya dikare rola xwe bibîne.”



Sen. Ricardo Mazzoni: Serxwebûna Kurdistanê curek e ji dadmendiyê

Cîgirê Serokê Komîteya Karûabrên Mafên Mirov li Senatoya Îtalyayê, Ricardo Mazzoni got: “Serxwebûna Kurdistanê curek e ji dadmendiyê û pêwîst e civaka navdewletî kar bo wê yekê bike, bi taybet hikûmeta Îtalya, ku herdem nêzîkî gelê Kurd bûye.”

Parlamenterê îtalî Fabrizio Cicchitto jî diyar kir: “Pêwîst e kar bo navbeynkariyê bihê kirin, ku rêgir be ji encamdana operasyonên li dijî gelê Kurd û serxwebûn û xweseriya (otonomiya) Herêma Kurdistanê.”



Parlamneter Umberto D’Ottavio jî k user bi Fraksyona Partiya Demokrata Îtalyayê ye, li ser rewşa niha ya Herêma Kurdistanê axivî û got: “Em mijûlî amadekirina projeyekê ne, ji bo ku hikûmeta Îtalya bi zelalî û aşkere helwestê nîşan bide li hember ewa ku niha li Kurdistanê derbas dibe, me pêwîstî bi aştî û misogerkirina azadiya derbirîna gelê Kurd e. Pêwîst e derfet bi gelê Kurd bihê dan, nêrîna xwe bi serbestî bîne ziman û xwediyê otonomiyeke rasteqîn û serbixwe be.”



Parlamenterê Fraksyona Yekgirtûya Bakur Gianluca Pini jî tekez kir: “Pêwîst e gelek bilez hikûmeta Îtalya helwesta xwe rabigihîne û civaka navdewletî û bi taybet jî Yekîtiya Ewropayê helwesta xwe li hember doza gelê Kurd zelal bike, bi nêrîna me neyarên serxwebûna gelê Kurd gelek pawanxwaz, qorixkar û tirsnakane reftarê li gel gelê Kurd bikin.”



Senator û Wezîrê berê yê Berevaniya Îtalya Mario Mauro jî da xuyakirin: “Metirsîdar e ku civaka navdewletî ji ber çend sedeman çavê xwe li ser bûyerên Kurdistanê girtiye, çimku bi tenê hêlana gelê Kurd tê wateya amadekirina zemîneyê bo rikeberiyeke gelek mezin û metirsîdar. Bi ti şêweyekê nabe ku Kurd bi tenê were bi cih hîştin û pêwsît e Yekîtiya Ewropayê û bi taybet Îtalya rola xwe di parastina gelê Kurd û dîtina rêyeke çareseriyê de bibînin.”

Rudaw
Top