‘Tirkiye û Îranê ji bo operasyona li dijî PKKê li hev kirin’
Operasyoneke hevbeş a ji aliyê Tirkiye û Îranê ve li dijî Qendîlê, ev demeke bûye rojeva Tirkiyê. Lê ew operasyon heta niha pêk nehatiye. Herî dawî Serokomarê Tirkiye Tayyîp Erdogan diyar kir, ku ji bo operasyona hevbeş, Tirkiye û Îranê li hev kirine.
Pisporê ÎRAMê Mehmet Koç derbarê vê yekê de ji Rûdawê re got: “Hefteya borî PKKê li Şirnexê 8 leşkerên me şehid kirin, di heman demê de PJAKê 8 leşkerên Îranê kuştin. Li aliyê din li ser Îranê zexteke herêmî û him jî gerdûnî berdewam dike. Bi taybetî di warê mûşekên balistîkî de. Ev sedem û sedemên wiha belkî bûbe sedem, ku Îran weke Tirkiyê bifikire û operasyoneke hevpar pêk bîne.”
Li gorî hinek pisporan jî egera operesyoneke hevbeş a li dijî Qendîlê kêm e lê dibe ku Tirkiye operasyoneke leşkerî pêk bîne, Îran jî ji derve piştgiriyê bide Tirkiyê.
Pisporê ORSAMê Oytun Orhan jî diyar kir: “Li gorî min dibe ku di navbera Tirkiye û Îranê de derbarê operasyoneke li Qendîlê ya li dijî PKKê de kordînasyonek hebe. Lê aliyê din egera operasyoneke hevpar a hêmanên bejayî û hewayî ya li dijî PKKê kêm e. Bi ya min Îran ti caran ji bo Tirkiyê xwe naxe nav rîskeke leşkerî.”
Rayedarên ÎRANÊ heta niha di derbarê operasyona hevbeş a li dijî Qendîlê de ti daxuyanî nedane.
