HAK-PAR: Êdî Kurd deng nadin AK Partiyê eger guhertinan neke
Biryar e ku di du salên bihê de li Tirkiyê ji bo şaredarî, parlamento û serokomariyê sê hilbijartin bên kirin. Li gorî medyaya Tirkiyê, partiya desthilatdar AK Partî ji niha ve ji bo hilbijartinan nexşeyerêke nû diyar kiriye.
Tê gotin ku dê AK Partî ji vir şun ve di çarçoveya vê nexşerêyê de politikayên xwe biguherine û dê li hemberî partî û aliyên din ve zimanê xwe nermtir bike, ji bo çareserkirina kêşeya kurd û pekanîna aştiya civakî gavan biavije. Serokên kompanyayên rapirsiyan dibejîn ew polîtîka dibe ku li ser dengdêran bandoreke erênî bike.
Serokê OPTÎMARê Hîlmî Daşdemîr di vê bareyê de ji Rûdawê re got: “Li gorî lêkolîna me ya hefteya bihorî rêjeya dengên ak partiyê 50.6 e, bêyî bandora bêbiryaran 40.7 e. Ya CHP’ê 23.3 ye, bêyî bandora bêbiryaran 18.8 e. Ya MHP’ê 9.9 e. Bêyî bandora bêbiryaran 8 e. Ya HDP’ê 7.8 e. Bêyî bêbiryaran 6.2 ye. Partiya meral akşenerê 6.4 e, bêyî bêbiryaran 5.2 ne. Li gorî van rêjeyan eger AK Partî bikaribe gelek aliyan hembêz bike wê potansiyela dengdêrên xwe jî zêde bike.”
Li gorî Serokê HAK-PARê jî heger AK Partî siyasetên xwe yên derbarê Kurdan de neguherîne, dê Kurd jî di hilbijartinên peşiya me de piştgiriyê nedin AK Partîyê.
Serokê HAK-PARê, Refîk Karakoç li ser vê mijarê daxuyanî da Rûdawê û got: Eger AKP siyaseta xwe rast nekir jî îro şun de ewqas deng nikarin bistînin. Eger îro li îqtîdar dest wan de ye ew jî sedemê dengên gelê kurd e. Eger gelê kurd neçûyana AK Partî AKP îro le iqtîdar nedibû.
Biryare ku li Tirkiye di meha Adar a sala 2019’an de ji bo şaredariyan, di meha Mijdarê de jî ji bo parlamento û serokomariyê hilbijartin bêne kirin.
Rudaw
