• Thursday, 19 February 2026
logo

Serokatîya Parlemantoyê Kurdistanê çûna şandekî ji bo Bexdayê gotûbêj kir

Gulan Media November 9, 2017 Nûçe
Serokatîya Parlemantoyê Kurdistanê çûna şandekî ji bo Bexdayê gotûbêj kir
Serokatîya Parlemantoyê Kurdistanê di gel serok firaksîyonên Parlemantoy civîya û karnameya rûniştina bê ya Parlemantoy û çûna şandeka Herêmê ji bo Bexdayê gotûbêj kirin.
Peyamnêrê WAAR li Hewlêrê ragihand; Îro piştî nîvro serokatîya Parlemantoyê Kurdistanê bi pişikdarîya serokên hemû firaksîyonan civîya û karnameya rûniştina bê ya Parlemantoy behis kir ku biryare têda piroje qanûnek li dor helbijartinên giştî yên Herêmê bê derbaz kirin.
Herwisa li ser xwasta hikumeta Herêmê Parlemantoy çûna şandekî ji bo Bexda gotûbêj kir û biryare ecêndaya şandî û hurkatîyên seredanê li Parlemantoy bên behis kirin.
Peyamnêrê WAAR amajekir ku di civînêde da Parlemantoyê Kurdistanê daxwaz ji serokê Parlemantoy kir, carekadî vebigere ser karê xwe û daxwaz ji hemû alîyên sîyasî hat kirin, yekrêzîya xwe bi parêzin.

Waar.tv
Top