• Thursday, 19 February 2026
logo

John McCain: Îran dixwaze nakokiyê zêdetir bixe di navber Hewlêr û Bexdayê de

Gulan Media November 8, 2017 Nûçe
John McCain: Îran dixwaze nakokiyê zêdetir bixe di navber Hewlêr û Bexdayê de
Sînatorê Komarî John McCain di rûniştina sînatên Amerîkî ya taybet bi siyasetên Amerîka li Rojhilata Navîn de derbarê rola Îranê di dagîrkirina Kerkûkê de ragihand, Taran di riya Qasim Suleymanî re dixwaze nakokî û aloziyê zêdetir têxe di navbera Kurd û Bexdayê de û hilbijartinên bê yên Iraqê jî bike derfetek ji bo ferehkirina hejmûna xwe li Iraqê.

John McCain dibêje: “Rijdbûna me li jinavbirina DAIŞê ku karekî girîng e, rastiyeke tehl veşartiye, ew jî siyaseteke Amerîka ya zelal û aşkere ji Rojhilata Navîn re nîn e, ev jî paşmaya siyasetên şaş ê rêveberiya Obama ye. Lê ji heyama salekê ya serokatiya rêveberiya Trump, hîna rola Amerîka li navçê ne diyar e û bêdengî li Iraq û Sûriyê hilbijartiye. Vê yekê jî kir, mîlîşya û grûpên tundrew valahiyê tijî bikin.

Got jî: “Hêzên Îranê li Iraqê di hewla têkdana hevgirtina wî welatî ne, her wek çawa di vê demê de li Kerkûkê me dît ku supaya Qudis a Îranê û Qasim Suleymanî kar ji bo dirustkirina nakokiyê di navbera Kurd û hikûmeta Bexdayê kir û mîlîşyayên Îranê berdewam in di ferehkirina desthilatên xwe li Iraqê, ku dixwazin di hilbijartinên sala bê de wî welatî bikin hewlek ji bo zêdetir pêgeha Amerîka lawaz bikin.”

K24
Top