Dehqan: Iraq wîlayetek ji Împaratorîya Farise
Huseyîn Dehqan, di gotara xwe de bala serokên Ereb kişand ser serpêhatiya Sadam Hisên û got: “ Ji serok û desthilatdarên Ereb re dibêjim, çarenûsa Sadam Hisên li bîra xwe bînin û ji bîr nekin ku ew bi ser xwe ve çûbû û di dawiyê de jî hat kuştin."
Dehqan, gef û zirt li wan kesên ku dixwazin Iraq wek welatek erebî bimîne kir û dîsa got: „Ew kesên ku dixwazin me jar û lawaz bikin wê çarenûsa wan jî wek ya Sadam Hisên be. Niha li Iraqê hêza me ya Heşda Şebî heye. Ew hêza me karin wan kesên ku dixwazin Iraqê bikin welatek Erebî bêdeng bikin”.
Huseyîn dehqan, herweha behsa hêza Îranê jî kir û anî zimên ku Îran mûşekên balistîk çêdike ku leza wan digihê 3 hezar kilometre.
Basnews
