PYDê nehîşt ENKS kongireya xwe pêk bîne
Îro biryar bû kongireya çaremîn ya ENKSê li bajarê Qamişlo bihata girêdan, lê hejmarek ji grûpa Ciwanên Şoreşger ku ji aliyê hêzên asayişa PYDê ve dihatin parastin, rê li ber endamanên ENKSê girtin ku derbasî hola girêdana Kongirê bibin û siloganên li dijî ENKSê avêtin.
Ebdilsemed Xelef Biro li pêş avahiya NY li Qamişlo ji K24ê re got: “Îro biryar bû kongireya ENKSê bihata girêdan, lê PYDê asayişa xwe şand da ku kongirê têk bidin, em jî dibînin ku ev ne tenê dijayetiya ENKSê tenê, ev dijayetiya piroja netewî ya Kurdî ye.”
Wî rayedarê YNKê her wiha got: ENKSê dê bi awayekî bihêz karê xwe bike, ji ber ku ev pirojeya netewî ya Kurdî, rêjîmên Sûriyê bi dirêjahiya dehan salan nikarî rawestîne, loma PYD jî nikare wê rawestîne.
Basnews
