• Thursday, 19 February 2026
logo

Ormiye…Sê girtiyên kurd hatin darve kirin!

Gulan Media November 7, 2017 Nûçe
Ormiye…Sê girtiyên kurd hatin darve kirin!
Hukmê darve kirina sê hemwelatiyên kurd li girtîgeha navendî ya Ormiyê ji aliyê saziya dadweriya Îranê ve hate birêve birin.

Li gor raporta rêxistina mafê mirov a Hengaw îro 07.11.2017ê cezayê darve kirina çar girtiyan ku sê ji wan kurd bûn, li girtîgeha Deryayî ya bajarê Ormiyê birêve çû.

Li gor zanyariyên heman çavkaniyê nasnameya temam a wan çar kesan waha ye: Esxer Rençber xelkê Ormiyê ye ku pênc sale girtiye, Husên Başokî xelkê Nexede ye û 5 sale girtî ye, Hîdayet Şêrzad xelkê Ormiyê ye 7 sale li girtîxaneyê girtiye. Herwaha kesê çarem jî navê wî Elî Riza Zariî ye û xelkê Tehranê ye.

Li gor heman çavkaniya agahdar ew çar hemwelatiye bi tometa bazirganî kirina madeyên hişber ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatine girtin û saziya dadweriya Îranê hukmê darve kirinê li wan birîbû.

Basnews
Top