NY: Rêya herî baş ji bo çareserkirina pirsan diyalog e
Rewş û pêşhateyên herêmî, Îraq û Herêma Kurdistanê di civînê de hatin nirxandin û her du aliyan tekîd kir ku pêwîste hemû alî alozî û bevçûnên li vê dawiyê li deverên nakokîdar dirust bûne, bi dawî bînin û li şûna wê diyaloga cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê ji bona çareserkirina tev pirsgirêkan dest pê bike û rola civaka navdewletî ji bona amadekirina zemîneyê destpêkirina diyalogê bi pêwîstî hat zanîn.
Nêçîrvan Barzanî careke din tekîd li ser helwesta Herêma Kurdistanê kir ku baştirîn rê ji bo çareserkirina pirsgirêkan rêya diyalogê ye û hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo destpêkirina danûstandinên cidî bi Bexdayê re amadeye.
