• Thursday, 19 February 2026
logo

Prens ê Siûdî di bûyera ketina hekîkopterê de jiyana xwe ji dest da!

Gulan Media November 6, 2017 Nûçe
Prens ê Siûdî di bûyera ketina hekîkopterê de jiyana xwe ji dest da!
Di bûyera helîkopterê de ku li sînorê Yemenê pêk hat Kurmîr ango prensê Siûdî Mansûr bîn Mûkrîn û 8 rayedarên paye bilind jiyana xwe ji dest dan.

Li herêma Asîr ya ku dikeve sînorê Yemen a Erebistana Siûdî, di gera çavdêriyê de helîkopter ket û di bûyerê de alîkarê parêzgeha Asîr kurmîrê Siûdî Mansûr bîn Mûkrîn û 8 rayedarên paye bilind jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê wezîrê karê navxwe yê Erebistana Siûdî ve hat dayîn, xerabiyên ango enqaza helîkoptera ku Kurmîr Mansûr bîn Mûkrîn û 8 rayedarên pê re jî tê de bûne hatiye dîtin.

Berdevkê ewlekariyê ya wezareta navxwe fermandar Mansûr Et-Tûrkî di daxuyaniya xwe de diyar kir, ew helîkopetra ketiye di hundurê wê de alîkarê fermandarê herêma Asîr û şandeya li gel wî hebûne. Herwaha diyar kir ku wan xerabiyên helîkopterê jî peyda kirine.

Et-Tûrkî diyar kir pispor lêkolînên pewîst li ser xerabiyên helîkopterê dikin û diyar kir wê di demjimêrên pêş de agahiyên ku bikevin dest bi çapemeniyê re parve bikin.

Basnews
Top