Radestkirina Kerkûkê tengezarî di civîna reveberiya YNKê de ava kir!
Malpera Merkez El Rewabit ku raportek belav kir, di civîna duhh 04.11.2017ê ya rêveberiya YNKê de, piştî ku polîtburoya YNKê hate hilweşandin, berpirsyariya wê rewşa ku naha heyî ku YNKê tê de ye, xistin stûyê çend kesên nav YNKê.
Li gor heman malperê aşkera kiriye, grubek nav YNKê hatiye tometbar kirin ku di bin fişarên fermandarê hêza Quds a ser bi sipaha pasdarên Îranê Qasim Silêmanî de rêkeftin pêkanîne û Kerkûk radestî milîsên heşdî şeibî kirine. Li hember vê jî soz dane wan ku pêgeha YNKê li Kerkûkê bê parastin.
Berî naha BasNewsê aşkera kir ku di civîna duh a rêveberiya YNKê de çend biryarek hatine dayîn, ku di nav wan de jî hilweşandina polîtburoya YNKê, heta kongrê pêdana desthilata sekreterê giştî yê YNKê ji Kosret Resûl Elî re, pêkanîna kongrê di çend mehên destpêka sala 2018ê de, herwaha bendewarî hene ku di civîna sibê ya rêveberiyê de jî biryara dawî di wan derbaran de bê dayîn û fermî bê ragehandin.
Basnews
