• Thursday, 19 February 2026
logo

Daqûq…Li ser binkeyê YNKê ala Kurdistanê hate daxistin!

Gulan Media November 4, 2017 Nûçe
Daqûq…Li ser binkeyê YNKê ala Kurdistanê hate daxistin!
Berpirsê navçeya Daqûqê yê PDKê Hîwa Reşîd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Çekdarên heşdî şeibî şev gelek gule berdidin û binpêkirinan pêktînin û ew malbatên ku li Daqûqê mane jiyana wan gelek xirabe.’’

Herwaha got: ‘’Tenê komîteya YNKê li Daqûq mane û endamên wan bê çek dikarin biçin cîhê xwe yê kar û binkeyê komîtê jî ji aliyê du polîsên din ve tê parastin û ala Kurdistanê jî li ser binke hatiye daxistin.’’

Ji aliyeke din ve jî aşkera kir: ‘’Qaymeqam û rêveberê polis ê Daqûqê ku kurd bûn ji erkê xwe hatine dûrxistin û hin kesên din hatine diyar kirin.’’

Basnews
Top