Şandên leşkerî yên Kurdistan û Iraqê civiyan
Serfermandarê berê yê artêşa Iraqê û Serpereştê Hêzên Pêşmerge li Badînan bi wekalet Babekir Zêbarî ji Rûdawê re ragihand, ku armanca civînan ew e ku Hewlêr û Bexda çareseriyekê ji pirsgirêkên xwe re bibînin.
Civîna îro ya navbera şandên leşkerî yên Iraqê û Herêma Kurdistanê di demekê de ye, ku di çend rojên bihorî de çend civîn di navbera her du aliyan de li rojhilatê bajarê Mûsilê û çend cihên din hatibûn encamdan.
Herwiha doh fermandeyiya Operasyonên Hevbeşên Iraqê û herwiha Serokwezîr û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê di du daxuyaniyên cuda de gotibûn, ku Herêma Kurdistanê ji rêkevtinan poşman bûye.
Ji aliyekê din ve Wezareta Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di daxuyaniyên cuda de ew helwesta Bexdayê red kirin û dane xuyakirin, ku ew bi aliyê iraqî re negihîştine ti rêkevtinan, heta ku jê poşman bibin.
Di nîveşeva 16ê Cotmeha 2017ê de çekdarên Heşda Şeibî û hêzên artêşa Iraqê êrîşî Kerkûkê û çend navçeyên din ên Kurdistanî kirin û piştî vekişîna hêzên pêşmerge, ew cih kontrol kirin.
Piştre di rojên din de hêzên Iraqê dest bi pêşveçûnên xwe ber bi hin navçe û deverên din ên Kurdistanî kirin, ku di encamê de şer û pevçûnên giran di navbera hêzên pêşmerge, artêşa Iraqê û Heşda Şeibî de li parêzgehên Hewlêr, Duhok û Mûsilê çê bû.
Rudaw
