Heşda Şeibî bajarê Kerkûkê tijî wêne û posterên Xaminêyî û Xumênî kiriye!
Efserekî polîsê Kerkûkê ji rojnameya erebî ya “El Quds El Erebî” re gotiye, çekdarên Heşda Şeibî li nav bajarê Kerkûkê bi taybet li taxên kurdan û li ser avahiyên partiyên kurdan tijî wêne û posterên rêberên Îranê Xumênî û Xaminêyî kirine.
Wî efserê polîs daye zanîn ku bûyerên kuştin, girtin û revandina welatiyan bi taybet kurdan ji aliyê Heşda Şeibî ve zêde bûne û rewşa bajêr pir xirab û metirsîdar bûye.
Çekdarên Heşda Şeibî bi alîkariya pasdarên Îranê û alîkariya beşek ji rayedarên YNKê roja 16 Cotmeha îsal bajarê Kerkûkê û bajarokê Xurmatû dagîr kirin.
Heşda Şeibî versiyona Iraqî ya hêza Besîc ya Îranê ye ku bi fetwaya mezinê şîeyên Iraqê Sîstanî hat avakirin lê niha yekser ji aliyê fermandeyên pasdarên Îranê ve tê birêvebirin.
Basnews
